Bexdayê pasaporta dîplomatîk da Nadiya Murad

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pasporta dîplomatîk da Keça Kurda Êzidî, Nadiya Murad ku wergira Xelata Nobel a Aştiyê û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî ye, û hevjînê wê.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro Sêşemê (18.12.2018) civîna rojnamevanî ya heftana saz kir.


Adil Ebdulmehdî da zanî ku wî pasporta dîplomatîk da Keça Kurda Êzidî Nadiya Murad û hevjînê wê.


Ebdulmehdî herwiha behsa rewşa bajarê Kerkûkê jî kir û diyar kir ku ji ewlehî û berevaniya wî bajarî hikûmeta federal berpirs e.


Serokwezîrê Iraqê di heman demê de anî ziman ku bi hilbijartina 3 wezîrên din destnîşan kirin û niha di kabîneyê de 17 wezîran bawerî wergirtine û hêj 5 wezîr nehatine hilbijartin û biryar e ev roja pênşema bê ew jî bêne hilbijartin.


Ebdulmehdî wiha got: “Berevajoyê hikûmetên berê di hikûmeta niha de bandora partiyan kêmtir e. Li Iraqê pirsgirêkên gelek mezin hene û ew pirsgirêk di heyama çend roj an hefteyan de nayên çareserkirin. Hikûmet xwe dê nexe jêr zextên rêgiriyê li ber pêşkeşkirina xizmetguzariyan bigire.”