Artêşa Iraqê red kir: Me Hemdaniye kontrol nekiriye!

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekî ji nav Artêşa Iraqê ve zanyariyên derbarê kontrolkirina navçeya Hemdaniyeyê de red kir û got, hêzên artêşê nêzîkî bajêr bûne.

 

Îro sêşemî 18ê Cotmeha 2016 û di duyemîn roja operasyona Mûsilê de, hatibû ragihandin, ku Artêşa Iraqê derbasî nav navçeya Hemdaniyeyê bûye û navenda bajarê Hemdaniyeyê kontrol kiriye.

 

Serokê Encumena Navçeya Hemdaniyeyê, Feysel Eskender di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû: “Êvariya îro sêşemî 18ê Cotmeha 2016 Artêşa Iraqê karî navenda bajarê Hemdaniyeyê kontrol bike.”

 

Feysel Eskender herwiha dabû xuyakirin: “Artêşa Iraqê hevdem Komelgeha Kirimlîs jî kontrol kirin, ku devereke kirîstiyannişîn a ser bi navçeya Hemdaniyeyê ye.”

 

Piştî belavbûna nûçeya kontrolkirina Hemdaniyeyê, çavkaniyekî nav Artêşa Iraqê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê ragihand: “Nûçeya kontrolkirina navçeya Hemdaniye û Komelgeha Kirimlîsê ji aliyê Artêşa Iraqê ve rast nîne.”

 

Heman çavkaniyê aşkere jî kir: “Lê belê hêzên artêşê pêşveçûnek mezin kiriye û bi tevahî nêzîkî navenda bajêr bûye.”

 

Navçeya Hemdaniye li başûrê rojhilatê bajarê Mûsilê ye û tenê 20 km ji navenda Mûsilê dûr e.