IRAQ – Saîrun û Nesr daxwaza hevpeymaniyê ji Sunneyan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Mîhwer ku hejmarek hêzên Sunne li xwe digire, ragihand ku ji aliyê Nesir û Saîrûn ve vexwendnameyek gehiştiye wan û di civîna sibe ya Yekşembê de bersiva wan didin.

 

Hevpeymaniya Sunneyan, di beyannameyekê de ku kopiyek bo Tora Medyayî ya Rûdawê şandiye, ragihand: "Em dê sibe biryarê li ser wê vexwendnameyê bidin ku ji aliyê Nesir û Saîrûn ve gehiştiye me."

 

Li ser mijara, “gelo dê tevlî fraksona herî mezin bibin?” jî di beyannameyê de tê gotin, ku pîvana wan bo beşdarbûn an beşdarnebûna ligel her aliyekî bi bernameyê hikûmetê ve girêdayî ye.

 

Hevpeymaniya Mîhwer a Sunneyan di Parlamentoya Iraqê de xwediyê 53 kursiyan e.

 

Hêjayê gotinê ye, ku Serokê Bereya Iraqê ji bo Diyaloga Nîştîmanî û siyasetmedarê Sunne Salih Mutleg di hevpeyvîna vê heftiyê de ji Rûdawê re behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir.

 

Mutleg li ser pirsa “Ji bo pêkanîna hikûmeta nû mercên we çi ne?” wiha bersiv da:

 

“Divê vê carê hikûmet ji yên berî cudatir be. Em hikûmetekê dixwazin ku wezîrên wê li gorî lêhatin û jêhatîbûnê werin hilbijartin, wezîr bikarin bi rêyeke dirûst piştgiriya karên xwe bikin. Herwiha zorî, zehmetî, êş û azarên berî di ser gelê Iraqê de hatine, ji holê rakin. Lê eger hikûmeta nû jî rê û rêbazên hikûmetên berê bişopîne bi baweriya min dê temenê wê jî kurt bibe, encamên wê jî dê ji bo me hemûyan bibe karesat. Eger hikûmeta nû ji yên berê cidatir nebe, bi nêrîna min ti siberojeke pêvajoya siyasî jî nabe.”