Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlementoya Iraqê: Rewşa Xaneqînê metirsîdar e

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlementoya Iraqê di wê baweriyê de ne ku hinek alî û destên nediyar, ji bo têkbirina rewşa Xaneqînê dixebitin û herwih hişyarî dan ku eger rewş wisa bidome, dê koçberbûna bikom a xelkê dê derkeve holê.

 

Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlementoya Iraqê li ser şewitandina kêlgehên çandiniyê yên Xaneqînê daxuyaniyek belav kirin û dibêjin ku Xaneqîn rûbirûyî rewşeke metirsîdar bûye, hinek alî û destên nediyar ji bo têkbirina rewşa Xaneqînê hewl didin. Ew dest û alî bi qestî kêlgehên cotkarên Xaneqînê dişewitînin û zirar digihînin xelkê.

 

Di daxuyaniya xwe de fraksiyonên Kurdistanî weke pêwîst dibînin ku Serokomarî, Serokatiya Encûmena Wezîran û hemû aliyên peywendîdar "ji bo rakirina vê zilma ku li ser xelkê Xaneqînê heye, bixebitin".

 

Herwiha tekezî li wê yekê dikin ku eger ev rewş wisa berdewam bibe, dibe ku bibe sedema koçberbûna bi kom.