Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Şingalê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên bêmirov ên li Şingalê ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got, "Piştî lêpirsîn bi dawî bû, çi pêwîst be em ê bikin."
Roja Çarşemê (15.06.2022) droneke Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şingalê ku ser bi PKKê ve ye, hatibû armanckirin.
Di êrîşa Tirkiyê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir Xidir û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşa ku di encamê de bapîr û neviyê wan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de êrîşê şermezar kir û got, "Piştî lêpirsîn bi dawî bû çi pêwîst be em ê bikin."
Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyê de tekez kir ku êrîşên bi vî rengî binpêkirina serweriya Iraqê û metirsî li ser ewlekarî û aramiya Iraq û gelê wê ye.