4 nîşangir hatin kuştin
Bexda (Rûdaw) – Di encama êrişek li Iraqê 4 nîşanfirên rêxistina DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Bexdayê Sad Main di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku li herêma Halbse û Nebayê 33 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û herwiha yekî ji wan jî koordînatorê bakurê Bexdayê bû.
Sed Mein da zanin di nav wan çekdarên kuştî de 4 nîşangirên rêxistinê jî hebû û dest dane li ser gellek çek û cebilxaneyên wan jî.
Berdevkî ani ziman ku wan 6 wesayîtên bi doçkakirî, 12 mekanîzmayên bombeyên vedandî û 17 bombeyên li malan hatine cîbikirin têkbirine.
Fermandariya Operasyonên Bexdayê daxuyandin ku li dijî DAIŞê operasyon hêj didomin.