Îraqê eşkere kir: Çi bi leşkerên Sûriyeyê hat?

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî parêzgeha Enbarê ya Îraqê ragihand ku 2 hezar û 150 leşker û fermandarên Sûriyeyê li kampeke parêzgehê hatine bicihkirin.

Heyeta Tehrîr El Şamê 8ê Kanûna Pêşîn piştî operasyoneke mezin a ku bajarên Heleb û Îdlibê kontrol kirin Şama paytexta Sûriyeyê jî girt û dawî li rejîma Beşar Esed hat.

Piştî ku Beşar Esed reviya Rûsyayê gelek leşkerên artêşa Sûriyeyê jî çûne Îraqê.

Qaymeqamê navçeya Rutbeyê ya parêzgeha Enbarê Îmad Dilêmî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“2 hezar û 150 leşkerên Sûriyeyê hatine Îraqê û heta niha venegeriyane.”

Li gorî Îmad Dilêmî, di nav wan leşkeran de fermandar û hejmarek karmendên gumrika Sûriyeyê jî hene.

Navçeya Rutbeyê li gorî rûber navçeya herî mezin a Îraqê ye, 300 kîlometre dûrî Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê ye û bi Urdin, Sûriye û Erebistana Siûdiyê re hevsînor e.

Qaymeqamê navçeya Rutbeyê Îmad Dilêmî da zanîn:

“Ew leşker li kampekê hatine bicihkirin ku nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Muresenatê ye, 70 kîlometreyî li rojavayê Rutbeyê û Çarrêya Tirêbîl û Tenefê ye.

Li wî cihê lê hatine bicihkirin elektrîk nîne, av jî wekî pêwîst nîne.”

Li gorî Îmad Dilêmî, piraniya wan leşker û karmendan piştî derketina biryara efûyê dixwazin vegerin welatê xwe lê ji ber girtina sînor û nebûna balafiran, pêvajoya vegera wan bi paş ketiye.

Roja 7ê Kanûna Pêşîn Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

“Îro nêzîkî 200 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine ser sînorê Îraqê û bi rizamendiya me hatine nav axa Îraqê.”

Zêdetirî 600 kîlometreyî sînorê hevbeş ê Îraq û Başûrê Kurdistanê li gel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heye.

"Parêzgarê Hesekê hatiye Îraqê"

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Nayîf Şemerî jî anî ziman:

“Roja sêşemê, Parêzgarê Hesekê, Birêvebirê Asayîşa Hesekê û Berpirsê Partiya Beasê yê Hesekê bi rêya Deriyê Sînorî yê Rebîeyê hatine Îraqê.”

Nahiyeya Rebîeyê dikeve rojavayê parêzgeha Nînowayê.

Nêzîkî 300 kîlometreyî sînorê Nînowayê li gel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heye.

Nûnerê parêzgeha Nînowayê ya Parlamentoya Îraqê Nayîf Şemerî her wiha got:

“Ez bi xwe xelkê herêmê me, ji van zanyariyan piştrast im.”

Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî roja pêncşemê dabû zanîn:

“Kesek bêyî agahdariya Hikûmeta Îraqê nikare ji Sûriyeyê were Îraqê.”