Malikî: Milîs dê vekişin!

 

Bexda (Rûdaw) - Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de got, dema bajêr hat kontrolkirin milîsên şiê yên Heşda Şeibî dê vekişin.

 

Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand milîsên şiê yên Heşda Şeibî piştî kontrolkirina Mûsilê dê ji herêmê vekişin û got: “Bila kesên bi zorê sînorên danîn piştî operasyonên paşve vekişin.”


Nûrî Malikî anî ziman Mûsil dê were kontrolkirin û sînorên îdarî yên parêzgehê dê were parastin û got, dê rê nedin bûyerên nijadî û mezhebî rû bide.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên ku bibûn sedema ketina Mûsilê ji niha û pê de dest bi tevgerê kirine, di pêşiya hemûyan jî Tirkiyê tê ku dixwaze etnîkiya bajêr biguhere. Tevahiya cîhanê beşdarbûna Tirkiyê di operasyona Mûsilê de weke metirsî dibînin. Encama wê dê ji bo Iraqê taybetî jî bo Mûsilê dê xirabe.”


Şerê Mûsilê dê paşeroja DAIŞê li Iraqê diyar bike. Bi kontrolkirina Mûsilê têkçûna DAIŞê dê dest pê bike.


Duwemîn bajarê mezin ê Iraqê Mûsil ji Hezîrana 2014ê ve di destê DAIŞê de ye.

 

Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên Mûsilê 3 milyon kes bûn. Tê pêşbînîkirin ku niha jî nêzîkê milyonek kes li Mûsilê dijîn.