Li Iraqê pêketina bi nifşê nû yê coronaya hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê, Hesen Temîmî ragihand, bo cara yekemîn çend haletên pêketina bi vîrusa guhertî ya Coronayê li Iraqê û di nava zarokan de hatiye destnîşankirin.

Hesen Temîmî, îro di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê jî têde amade bû, da xuyakirin: “Çend pêketinên Coronaya guhertî di nava zarokan de hatine destnîşankirin, lê belê amaje bi hejmara wan pêketiyan nekir.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê di beşeke din a axaftinên xwe de ragihand, tîmên tendirustiyê li cadeyên Bexdayê û parêzgehên din belav bûne û eger her kesek pabendî rênimayan nebe û biryar û rênimayan binpê dike, dê bê sizadan. Hesen Temîmî got: “Pêwîst e hemwelatî rêkaran bi awayekî baş pêk bînin û pabendî rênima û biryarên Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê bin.”

Pêştir Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Necefê gotibû, ew ji ber asta belavbûna vîrusa Covid-19 li Iraqê dilgiran in û tekez kiribû, di çend rojên bihorî de hejmara kesên ku bi vîrusê ketine, du beramber zêde bûye. Temîmî herwiha dabû zanîn ku ew pêşbînî dikin di rojên bê de hejmara pêketiyan hêj zêdetir bibe.

Derbarê berdestbûna vaksîna Coronayê li Iraqê jî, Wezîrê Tendirustiyê yê wî welatî destnîşan kir ku heta dawiya meha Sibatê dê vaksîn bigihe Iraqê û ew dê dest bi dabeşkirina wê bikin. Hesen Temîmî diyar kir: “Zêdeyî 30 hezar karmendên Wezareta Tendirustiyê bi Coronayê ketine û 83 kesan jî bi heman sedemê jiyana xwe ji dest dane.”

Wezareta Tendirustiya Iraqê jî ragihandiye, wan jibo diyarkirina vîrusa Covid-19 û nifşê wê teknîkeke nû ya taqîgehê aniye.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heta niha 643 hezar û 852 kes li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, ku ji wê hejmarê 607 hezar û 59 kes baş bûne û 13 hezar û 179 kesan jî canê xwe ji dest dane.