Bavê kesê ku li Duhokê êrîşî hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê kir axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Elî Reş ê girêdayî nahyeya Bertley a ser bi navçeya Hemdaniyê mala wî kesê ku gule li Duhokê hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê reşandin lê ye ku di encamê de karmendekî asayîşê şehîd bû û yek jî birîndar bû, êrîşkar jî hat kuştin. Bavê wî dibêje nexweşiya derûnî ya kurê wî hebû.

Rûdaw bi bavê êrîşkar Leys, Haşim Cewad re axivî, wî hejmarek raporên pizîşkî û reçeteyên dermanên Leys nîşan dan û diyar kir, pizîşkan jê re gotine ku derûniya wî ne baş e û divê bi dirêjahiya temenê xwe dermanan bixwe.

Roja ku Leys navenda asayîşê li rojhilatê Duhokê gulebaran kir, wê sibehê 5 hezar ji bavê xwe standiye û jê re gotiye ku ez ê biçim Zankoya Mûsilê û pirsa xwendina bilind bikim.

Bavê wî Haşim Cewad got, “Tu peywendiya me bi tu partî û rêxistineke terorîst re nîne û tiştên tên gotin ne rast in. Em mirovên bê pirsgirêk, rewşenbîr û têgihîştî ne, piraniya endamên malbata me xwedî bawernameyên bilind in û hin ji wan jî pizîşk in. Leys ji dayikbûnê ve dûrî civatê bû û nexweşiya wî ya derûnî bû.”

Leys Haşim 28 salî bû, Koleja Zanistî yê di warê biyolojiyê de xwendibû û bêkar bû.

Bavê wî jûra ku Leys lê dima nîşan da û ew dûrî civatê bû û zêde bi endamên malbatê re jî nediaxivî û anî ziman, “Her tim bi tenê bû û bi tiştekî re mijûl bû, saetekê baş bû û tu problemên wî tune bûn, paşê xirabtir dibû.”

Ji bo ku em ji doza Leys zêdetir fem bikin, çûne Rêveberiya Bertleyê ku piştî bûyerê komîteyeke lêkolînê ava kiriye.

Rêveberê nahyeya Bertleyê Elî Mihemed li ser lêkolînê anî ziman, “Tu peywendiya vî kesî (Leys) bi terorîstan re nîne, min agahî ji Komîteya Ewlekariyê ya Bertleyê, polîs, ewlekariya neteweyî û îstixbaratê berhev kirine. Diyar bû ku nexweşiya derûnî ya vî kesî hebûye û her ji zaroktiya xwe ve wisa bûye.”

Bavê wî Haşim Cewad diyar kir ku wî carinan serdana mala mamê xwe yê li Duhokê dikir û her tim ji wan re digotiye lê vê carê tiştek ji wan re negotiye.

Di 12ê Berfanbara 2022an de dema bûyer qewimî, hêzên ewlehiyê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû, “terorîstekî” êrîşî baregeha asayîşa rojhilat kiriye.