Li Selahedînê êriş: Fermandarek û 4 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê li herêma di navbera Selahedîn û Diyaleyê êrişî yekîneyeke artêşa Îraqê kir.

Di wê êrişê de fermandarek û 4 leşkerên Îraqî hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji berpirsekî leşkerî yê herêmê standine, duh derengê şevê çekdarên DAIŞê êrişî Yekîneya 2yem a Fermandariya Selahedînê ya artêşa Îraqê kir.

Di êrişa DAIŞê de fermandarê yekîneyê Xalid Nacî Elwanî û 4 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Rûdawê eşkere kir ku êriş li herêma Mitêbice ya navçeya Dorê ya Diyaleyê hatiye kirin.

Cenazeyên leşkerên kuştî birin saziya tiba edlî û birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li Selahedînê.

Wezareta Parastinê ya Îraqê jî ew êriş piştrast kir û da zanîn ku ew leşkerên wan di êrişa DAIŞê de hatine kuştin.

Navên wan kesên di êrişa DAIŞê de hatine kuştin wiha ne: Xalîd Nacî Wesak Elwanî, Elî Necim Ebas Ehmed Hûsên Xizeyr, Nayf Hemûd Ferec, Esed Seîd Sefer.

Navên birîndaran jî wiha ne: Ehmed Edayi Casim, Elî Cebar Wehîb, Elî Cebar Hiwêş, Ebdula Ebid Muslîm, Meysem Cemal Reşad.