DAIŞiyan dize kir, pêşmerge agahî da û mîlîsên şîe ketin şer

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Diyalaya Iraqê, di navbera çekdarên DAIŞê û mîlîsên Heşda Şeibî de şer û pevçûneke dijwar qewimî û fermandarekî Heşda Şeibî hê jî wenda ye.

 

Fermandarê Hêzên Lîwaya Sê ya Piyade ya Hêzên Pêşmerge Kawa Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, ku şeva din (13-01-2017) li nêzîkî navçeya Wadî Selab a Diyalayê, 30 çekdarên DAIŞê bi 7 motosîklet û otomobîlan hatine dîtin û wan ev îstîxbarat gihandiye hêzên Heşda Şeibî.

 

Mehmûd got; “Fermandarê Lîwaya 106 a Heşda Şeibî Ebû Kerar ji Sediyê ve bi hêzekî çûne wê navçeyê. Di navbera terorîstên DAIŞê û Heşda Şeibî de şer derketiye. Li gorî zanyariyên me çekdarekî Heşda Şeibî hatiye kuştin, ku ew jî şofêrê Ebû Kerar e, du çekdar jî birîndar bûne.”

 

Kawa Mehmûd da zanîn, ku di encama şer û pevçûnên dijwar de hêzên Heşda Şeibî neçar maye paşve vekişe û li gorî zanyariyên di destê wan de fermandarê Heşda Şeibî Ebû Kerar û pasewanên wî jî wenda ne.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê hêzên Artêşa Iraqê hatine herêmê û firokeyên şer jî bi ser navçeya pevçûn lê çêbûye, digere.