Heşda Şeibî: Li ser rêya Kerkûk-Bexdayê xelk tê şelandin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Heşda Şeibî radigihîne, ku li ser rêya Kerkûk-Bexdayê xelk tê şelandin û gelek xalên kontrolê yên jibo dizî û şelandinê hene.

 

Berdevkê Eniya Bakûr a Heşda Şeibî, Elî Huseynî di beyannameyekê de ragihand, “li ser rêya Kerkûk-Bexdayê gelek xalên kontrolê yên şelandinê yan jî wergirtina pere û xukê bi navê hikûmetê ji xelkê hene”.

 

 Elî Huseynî balkişande ser wê yekê jî, ku “tevî banga wan a ji bo aliyên peywendîdar derbarê rewşa bêserûber a wê rêyê de, niha jiber vegeriyana xalên kontrolê yên nenaskirî tirs ji bo wan xelkan çê bûye, ku hatin û çûnê tê re dikin, û ew rê jî bûye cihê şelandin û wergirtina bacê ji hevwelatiyan.”

 

Piştî bûyerê 16ê Cotmeha 2017ê, kontrola parêzgeha Kerkûkê û çend navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ketine bin destilata hikûmeta navendî ya Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî.