Letîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - Letîf Reşîd di gera duyam a hilbijartinê de wek Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin.
Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.
269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûne û dengên Berhem Salih jî wek xwe mane.
Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.
🔴#Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 13, 2022
Letîf Reşîd wek Serokkomarê #Iraq'ê hat hilbijartin. pic.twitter.com/6Y3KOtE6eh
Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kî ye?
Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd;
- Di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.
- Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedand.
- Di sala 1976an de li Zankoya Manchesterê doktora xwend.
- Li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xorak û cotkariyê FAO bû.
- Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.
- Di sala 1986an de nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê bû.
- Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.