UNAMI: Divê ji berpirsên vê êrîşa tirsonek hesab bê pirsîn

Hewlêr (Rûdaw) -  Ofîsa Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê li Hewlêrê (UNAMI) êrîşa li ser paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlerê şermezar kir. UNAMI herwiha ragihand ku “divê ji berpirsên vê êrîşa tirsonek hesab bê pirsîn”

UNAMI li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa ser Hewlêrê de daxuyaniyek da û ew êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "UNAMI êrîşên mûşekê yên bo ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike. Iraqî li hemberî her cure çalakiyên dijî desthilatiya welat û yekîtiya axê tên kirin û hewl didin zirarê bidin aramî û yêkîtiyê divê yek bin. Divê ji failên vê êrîşa tirsonek hesab bê pirsîn."

Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê daxuyandibû ji dervayî Iraqê bi 12 mûşekên balîstîk êrîşî Hewlêrê hat kirin.

Di daxuyaniyê Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê de hatibû gotin Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê  bi mûşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.

Supaya Pasdaran a Iranê jî bi fermî berpirsyariya êrişa bo ser Hewlêrê li xwe girt.