Çekdarên DAIŞê li nav Mûsilê qaçaxçîtiya mirovan dikin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê eşkere kir ku DAIŞê dest daniye ser hemû nexweşxane û depoyên derman. Wî rayedarê Mûsilê her wiha ragihand, çekdarên DAIŞê li nav bajêr de qaçaxçîtiyê dikin.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Xezwan Dawûdî ji Rûdawê re got, dema çekdarên DAIŞê di şer de tên kuştin nexweşxane tenê ji bo kuştî û birîndarên DAIŞê tên terxankirin û mafê kesekî din nîne here nexweşxanê.

 

Xezwan Dawûdî da zanîn ku çekdarên DAIŞê duh jî dest danîn ser tevahiya depoyên derman û nexweşxaneyên bajêr û nehîştin nexweşên din derbasî nexweşxaneyan bibin.

 

Wî endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê anî ziman, ji ber wê rewşê, welatî neçar dimînin bi nirxek pir zêde derzî û dermanan bikirrin.

 

Li ser operasyon û şerê rizgarkirina Mûsilê jî Xezwan Dawûdî got, sê aliyên Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine dorpêçkirin tenê aliyê bajarokê Bêcî maye. Em li bendê ne hikûmeta Iraqê jî li wê derê re amadekariyan bike û dest bi operasyona rizgarkirina bajêr bike.

 

Dawûdî diyar kir ku çekdarên DAIŞê dizanin êdî dawiya jiyana wan nêzîkî bûye lewma welatiyan dêşînin, li nav malan digerin, dest datînin ser mal û milkê wan kesên ku ji bajêr reviyane.

 

Wî rayedarê Mûsilê agahiyek din jî eşkere û got, gellek kes ji Mûsilê reviyane û roj bi roj jî rev zêdetir dibe. Çekdarên DAIŞê bi awayekî veşartî û li hember 1100 dolar, welatiyan didin revandin!

 

Bajarê Mûsilê roja 9ê Hezîrana 2014ê ket destê DAIŞê.