Alîgirên Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengî dê îro dîsa xwepêşandanan bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên Tevgera Sedr li nêzîkî Parlemantoya Iraqê xwe ji bo xwepêşandana îro Înê amade dikin ku dê di demjimêr 17:00an de li Bexdayê û çend bajarên din bê kirin.

Li gor rênimayiyên Tevgera Sedr, armnaca xwepêşandanê bersivdana gendelkaran e û tijîkirina forma giliyê ye ji bo Dadgeha Federalî ya Iraqê ye ji bo hilweşandina parlemantoyê.

Alîgirê Tevgera Sedr anî ziman, “Em berdewam in di grevê de, heta daxwazên me yên rewa bên cîbicîkirin, ev şoreşa hemû Iraqiyan e, bi Kiristiyan û Sunne û hemû pêkhateyên din ên ku beşdariyê di xwepêşandanan de dikin , li dijî stemkaran, ev bîst sal in tenê aligirî û derd û êş û paşketin û bêzarî me dîtiye. Me pîşesazî û çandinî û tendirustî û ti tiştekî din ji vê grûpa gendelkar nedîtiye.”

Hevdem alîgirên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê jî plana wan heye li navçeya Cadiriye ya li nêzîkî Herêma Kesk xwepêşandanê bikin, ew jî dibêjin bi vê pêngavê piştevaniya xwe bo hîştina saziyên destûrî bi kirdar tînin ziman.

Endamê Çarçoveya Hevahengiyê Ayid Hilalî got, “Dibe ku rûbirûbûn û alozî di navbera cemawerên her du aliyan de çêbibe û ev pirs dikeve ser milê me.”

Xwepêşandana çavrêkirî ya sêyem jî ku çend hizb û rêxistinên civaka sivîl in, biryare demjimêr 16:00 li Meydana Fîrdews xwepêşandanê bikin û daxwaza wan a sereke pêkanîna guhertineke giştî ye.

Sekreterê Hizba Şiyoyî ya Iraqê Raid Fehmî anî ziman, “Daxwaziyên me berî Tevgera Sedr bûn, em jî hatin ser xetê û piştî hilweşandina parlamentoyê, di hilbijartinên pêşwext de nêrînên me yên stratejîk hene û bi nêrînên Sedr re hevra ne. Lê projeya me bi temamî karî ye û daxwaza dewleteke medenî dikin. Tevgera Sedr ev daxwazî li ber çav negirtine û nedan pêş. Em bo armancên xwe awayekî me yê cuda heye. Em hêzeke siyasî ya taybet in, helwesteke me ya diyarkirî heye û daxwazên me yên li Meydana Firdews de ne dijî ti aliyekî ne.”

Alîgirên Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê di 1ê Tebaxê de li du cihên Bexdayê xwepêşandan kirin.

Xwepêşandanên dijî hev li Bexdayê amaje bi nakokiyên navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê didin li ser pirsa pêkanîna hikûmetê ku ji parlametoyê gihîştine cadeyê, ev jî piştî derbasbûna 10 mehan bi ser hilbijartinan re.

Zêdebûna vê aloziyê jî piştî wê hat ku di 10ê Tebaxê de Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr daxwaz kir bê civîn parlemnto ji aliyê Dadgeha Federalî ve bê hilweşandin, di dema ku Çarçoveya Hevahengiyê vê pêngavê red dike.