Serokê parlamentoyê îstifaya parlamenterên Tevgera Sedr pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî îro Yekşemê ewraqên destjikarberdana endamên Tevgera Sedr pesend kir, piştî nameya Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ku têde daxwaz ji parlamenterên wê fraksyonê kiribû ewraqên xwe yên destjikarberdanê radestî serokatiya parlamentoyê bikin.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro di nameyekê de ku ji bo Serokê Fraksyona Sedr di parlamentoya Iraqê de Hesen Ezarî şandiye, daxwazê ji parlamenterên xwe dike ku nameyên xwe yên destjikarberdanê radestî Serokê Parlamentoya Iraqê bikin.

Muqteda Sedr roja Pêncşembê 9ê Hezîranê bang li parlamenterên fraksyona xwe kiribû ku ewraqên xwe yên destjikarberdanê amade bikin û li benda fermana wî bimînin.

Piştî vê bangewaziya Sedr, Serokê Fraksyona Sedr Hesen Ezarî diçe cem Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî û nameyên destjikarberdana parlamenterên fraksyonê radestî wî dike.

Di vîdyoyekê de ku ji aliyê medyaya fermî ya dewletê ve hatiye belavkirin, xuya dibe ku Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî ewraqên radestkirî yên detjikarberdana parlamenterên fraksyona Sedr îmze dike.

Di nameya Sedr de wiha tê gotin: “Ev pêngav ji aliyê min ve qurbaniyek e ji bo welat û gel, ji bo azadkirina wan ji çarenûsa ne diyar, çawa ku me berê qurbanî daye ji bo azadî, serwerî, ewlehî, yekîtî û aramiya Iraqê.”

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Sedr bi çend xûlekan berî eşkerekirina nameya xwe, bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî re peywendiyek kir û her du aliyan di vê peywendiya telefonî de li ser "pêşhatên herî dawî" yên di proseya siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Tevgera Sedr, Hevpeymaniya Serwerî ya Sunniyan û Fraksyona PDKê bi hev re hevpeymaniyeke sê alî bi navê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman pêkanîbûn.

Tevgera Sedr di vê xûla parlamentoya Iraqê de xwediyê fraksyona herî mezin e û 73 parlamenterên wê hene. Di demên derbasbûyî de Ceifer Sedr wek berbijêrê tevgerê bo posta Serokwezîriyê hatibû destnîşankirin, lê belê ji ber nakokiyên derbarê hilbijartina serokkomar de, heya niha jî parlamentoya Iraqê nekariye derbarê hilbijartina serokwezîr de bicive.