Komîsyona Hilbijartinan: Rêjeya beşdarbûnê li seranserê Iraqê %44 bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ku li seranserên Iraqê rêjeya beşdarbûna dengan %44 bûye û herwiha eşkere kir, ku dê encamên giştî jî di 48 demjimêrên pêş de werin eşkerekirin.

 

Serokê Fermangeha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Riyaz Bedran di civîneke çapemeniyê de rêjeya beşdarbûna dengdanê û herwiha hinek hûrguliyên proseyê eşkere kir.

 

Riyaz Bedran ragihand: “Rêjeya beşdarbûna proseya dengdanê %44.52 bûye. Bi giştî mafê dengdanê yê 24  milyon kesan hebûye. Zêdetirî 10 milyon kesan deng daye. Ji vê hejmarê jî zêdetirî 9 milyon dengder di dengdanên giştî de û zêdetirî 709 hezar dengder di dengdanên taybetî de û 179 hezar kes jî di dengdanên derveyî welat de deng dane.

 

Bedran amaje bi wê yekê kir, ku ev hejmarên hatine ragihandin ne hejmarên dawîn in û li hinek navendên dengdanê heta niha jî encam negihiştine destê komîsyonê.

Serokê Fermangeha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê got: “Hemû propagandayên derbarê sextekariyan de tên belavkirin ne rast in. Hinek alî dixwazin kartan tevlîhev bikin û raya giştî bixeletînin.”

 

Riyaz Bedran ji hemû aliyan daxwaz kir, ku rêzê li hember encamên hilbijartinan bigrin û li gorî yasayan tevbigerin.

 

Bedran herwiha da xuyakirin, ku dê endamên jilbijartinan piştî 48 demjimêren din werin ragihandin.