Konseya Îslamî: Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê derfeteke girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Konseya Bilind a Îslamî Elî Dîfaî da zanîn ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê derfeteke girîng e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û di rojeva wî de çend mijarên girîng hene.
Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên pêkhênerên hikûmeta Îraqê bibe.
Berdevkê Konseya Bilind a Îslamî Elî Dîfaî diyar kir ku ew vê serdana Barzanî û beşdariya wî ya di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê wekî "derfeteke girîng" dibîne.
“Endamekî bingehîn û berdewam e”
Elî Dîfaî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re axivî û got:
"Beşdariya Nêçîrvan Barzanî di vê civîna girîng de dê rola xwe di serkeftina civînê û desthilata cîbicîkar û yasadananê de hebe.
Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û beşdariya wî ya di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ne tiştekî ecêb e û ev cara sêyem e ku beşdar dibe.
Endamekî bingehîn û berdewam e di hevpeymaniyê de.
Beşdariya wî di vê civîna girîng de dê rola xwe di serkeftina civînê û her du desthilatên cîbicîkar û yasadanînê de hebe."
Civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê îro li Bexdayê tê lidarxistin û Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî dibe.
Elî Dîfaî ragihand ku ev civîn ji bo serkeftina bernameya hikûmetê "girîng e" û di rewşeke girîng û hestiyar a navxweyî û herêmî de tê lidarxistin.
Di civînê de dê pêşniyaryasayên ku divê parlamento qebûl bike yên wekî sererastkirina yasaya efûya giştî û pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê bên gotûbêjkirin.
Elî Dîfaî li ser naveroka civînê got:
"Yek ji wan mijarên din ên ku dê bên axaftin, pêşniyaryasaya vegerandina milk û malên xwediyên wan e ku pirsgirêk li serê heye û gotûbêj li serê tê kirin."
Pêşniyaryasaya vegerandina milk û malan a li xwediyên wan, têkildarî erdên dagirkirî yên Kurd û Tirkmenan e li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî.
Jê re xwendina yekem û duyem hatiye kirin lê ji ber nakokiyan li parlamentoyê deng li serê nehatiye dayîn.
Yek ji wan mijarên din ên ku dê di civînê de bên gotûbêjkirin, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne.
Berdevkê Konseya Bilind a Îslamî Elî Dîfaî li ser mijarê got:
"Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê ne mijareke ji nişka ve ye di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de.
Eger pirsgirêkek li Bexdayê hebe yan di bicihanîna bernameyê de bandorê li Herêma Kurdistanê dike, berevajî wê jî rast e.
“Hatina wî derfeteke girîng e”
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê xaleke bingehîn e di serkeftina hikûmetê de, hatina Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên domdar ên her du aliyan derfeteke girîng e."
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), nûnerên Sunî, Tevgera Babilyonê a Xirîstiyan û Eniya Tirkmenî ya Îraqê pêk tê.