Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê: Tirkiye pabendî peymana berdana avê nebû
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê Ewn Ziyab Ebdulah polîtîkaya avê ya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriye û Îraqê rexne kir û got, "Tirkiye pabendî peymana berdana avê nebûye."
Bi gotina Ewn Ziyab Ebdulah divê Tirkiyeyê di yek çirkeyê de 500 metrekup av berde lê bernade.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê Ewn Ziyab Ebdulah bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya bi pêşkêşkariya Niwêner Fatîh û behsa pirsgirêka avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kir.
“Pêwîstiya me bi ava ku gelekî baş bê depokirin heye”
Ewn Ziyab Ebdulah amaje bi wê yekê kir ku rêjeya ava Îraq û Herêma Kurdistanê û çavkaniyên ji derve tên kêm in û got:
“Di van salên dawî de ji ber bandora guherîna jîngehê, asta avê jî gelekî kêm bûye û ziwabûn çêbûye.
Nîşan hene ku îsal baran zêde bibare. Rewşa avê niha bi awayekî erênî diguhere û em hêvî dikin ku di biharê de bi barana zêde re av di bendavan de kom bibe.
Her kes dizane ku li Îraqê ji meha gulanê heta meha çiriya paşînê baran nabare. Ev herêm hişk û germ e û av zû ziwa dibin.
Em ji bo ku di havîna de rûbirûyî pirsgirêka kêmbûna avê nebin, pêwîstiya me bi ava ku gelekî baş bê depokirin heye.”
"Tirkiye pabendî peymanan nebû"
Ewn Ziyab Ebdulah diyar kir ku Tirkiye li gorî peymanên avê tevnagere û wiha got:
“Çemê Feratê ji Çemê Dîcleyê xetertir e. Ji ber ku çavkaniyên çemê Feratê li Îraqê nînin û heta ku li Sûriyeyê jî tenê yek jêdera wê heye.
Çemê Dîcleyê jî gelek jêderên baş hene. Zapa Biçûk a ku diherike Bendava Dûkanê, ji sedî 75ê avê li Îraqê dabîn dike, bi rastî ev taybetiyeke erênî ye.
Zapa Mezin bi temamî di nava axa Îraqê de ye û rêjeya ku ji herêma Colemêrgê tê diyar e û bendavên mezin li ser nînin. Ji ber vê yekê ava ku ji barîna berfê li çêdibe hemû tê Îraqê.
Lê rewşa Çemê Feratê cuda ye.
Ferat xwe dispêre ava ku ji Bendava Ataturkê derdikeve. Di salên borî de peyamek hebû ku di çirkeyekê de 500 metrekup av bê berdan.
Em behsa peymanekê dikin ku Tirkiye di çirkeyekê de herî kêm 500 metrekup av berde.
Ji tevahiya 500 metrekup av divê 260 metrekup bigihêje sînorên Îraqê.
Bi taybetî ji Nîsana 2022yan ve di berdana avê de pirsgirêk hene. Sînorê berdana avê ku 500 metrekup bû, daket 290 metrekupî û rêjeya ava ku diherike nav xaka Îraqê jî daket 180 metrekupî.”
Ebdulah da zanîn di navbera Enqere û Bexdayê de pêwendiyên baş hene û wiha domand:
“Em hewl didin bi Tirkiyeyê re lihevkirineke dualî pêk bînin. Bi rastî jî bi saya nûnerê Serokomarê Tirkiyeyê wezîrê berê Faysal Eroglu pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş in.
Lê dema dor tê ser lihevkirina li ser hejmarekê, pêvajo asê dibe û em nikarin bi pêş bikevin.
"Hinek çavkaniyên ku ji Îranê tên ziwa bûne"
Ebdullah destnîşan kir ku ava ku ji Îranê diherike Herêma Kurdistanê û Îraqê ji sedî 18ê çavkaniyên giştî pêk tîne û got:
“Ev çavkanî rasterast bandorê li ser çemê Şêrwanê dikin, ji ber ku çavkaniyên Bendava Derbendîxanê ne.
Guherînin li Îranê dibin, bandorê li hemû çavkaniyên ku diherikin Hemrîna li başûrê Derbendîxanê dike.
Bi gotina Ebdullah ji ber polîtîkayên Îranê yên li ser bendavan hin jêder ziwa bûne û wî di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îranê yên pêwendidar gelek caran behsa vê mijarê kiriye.
Ebdullah bi bîr xist ku di çarçoveya Peymana Cezayîrê ya sala 1975an çemên Kerx û Karonê bi temamî dane Îranê û got:
“Divê avên şêrîn û yên ser rûyê erde bên parastin. Îranê roleke baş di parastina jîngeha Şetul Ereb de lîst.
Sala borî, wê rêya Karonê guhert û herikîna avê ya berdewam misoger kir.
Di sala 2018an de asta xwê li Şetul Erebê derket asteke xeternak û 160 hezar kes bi jehrê ketin.”
"Pirsgirêka avê li Îraqê xeter e"
Ebdulah eşkere kir ku pirsgirêka avê li Îraqê xeter bûye û got:
“Niha piştevaniya Serokwezîr heye, nêrîneke wî ya cidî heye ji bo guhertina sîstema avdanê.
Herwiha piştgiriyeke berfireh da Wezareta Çandiniyê jî heye.
Em bibînin ku deverên biyabanî yên li Îraqê dema ku ji asmanan ve tên temaşekirin, dibin bazne.
Ev bazne bi saya avadaniya modern çêbûn û niha mirov dixwazin vê rêbazê bi kar bînin ji ber ku encaman dibînin.”
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 36 bendav hene û wan dest bi lêkolîn û şopandina hin bendavan kiriye.
Peymana berdana 500 metrekup av di çirkeyekê de
Tirkiye û Sûriyeyê sala 1987an di dema avakirina Bendava Ataturkê de, du protokol îmze kirin.
Yek ji protokolên ku hatin îmzekirin, têkildarî ewlehiyê bû û li ser rawestandina piştgiriya Sûriyeyê ya ji bo PKKyê bû.
Li gorî protokola din jî divabû Tirkiye heta lihevkirineke dawî 500 metrekup av ji Sûriyeyê re berde.
Sûriye û Îraqê piştî vê protokolê, sala 1990î peymanek îmze kir ku ji sedî 58ê ava ku Tirkiye berdide biçe ji Îraqê re.
Di salên 1990î de di qonaxa dagirtina Bendava Ataturkê de di navbera her sê welatan de krîzek derketibû.