Eyad Ellawî ji bo hilbijartinan hevpeymaniyek ragihand
Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Weteniye bi serokatiya Eyad Ellawî û bi beşdariya 11 alî û hêzên siyasî yên iraqî li Komîsyona Hilbijarinan a Iraqê hat tomarkirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Bizava Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê, Haşim Hebûbî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Hevpeymaniya Weteniye bi serokatiya Eyad Ellawî hatiye pêkanîn û 11 aliyên siyasî têde beşdar bûne.
Hebûbî herwiha got: “Heta îro hewl hebûn ji bo pêkanîna hevpeymaniyê di navbera me û Selîm Cibûrî û Salih Mustleg de, lê belê ew yek çênebû û îro Hevpeymaniya Weteniye navê xwe tomar kir.”
Bi gotina Hebûbî, ew hevpeymaniyeke yekreng naxwazin, û hevpeymaniyeke niştimanî armanca wan e.
Selîm Cibûrî ku niha serokê parlamentoya Iraqê ye, serokatiya lîstekê bi anvê Kombûna Medenî Bo Çaksaziyê dike û Salih Mutleg ku kesatiyekî Ereb ê Sunnî ye, serokatiya Hevpeymaniya Erebî ye.
Ragihandina lîst û hevpeymaniyan ji aliyê hêz û aliyên siyasî yên Iraqî ve di demekê de ye, ku îro dawî muhleta tomarkirina navê hevpeymaniyan bo hilbijartinên li pêş ên Iraqê bû.
Biryar e hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehên Iraqê di 12-05-2018an de birêve biçin.
Nivîsîn: Sîna Soma