Serokomarê Iraqê bernameya atomî pesend kir

Bexda (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm yasaya destpêkirina bernameya atomî ya Iraqê û yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir.

 

Li gorî ragihandina Serokatiya Komarê ya Iraqê, roja sêşemê (10-01-2017) Serokomar Fûad Mehsûm yasaya destpêkirina bernameya atomî ya Iraqê û yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir, ku beriya niha ji aliyê Parlamentoyê ve hatibû erêkirin.

 

Hate ragihandin, ku yasaya atomî bernameyeke aştiyê ye, bi armanca pêşxistin û sûdwergirtina enerjiya atomê komîsyonek hatiye amadekirin. Ev komîsyon di mijarên bikaranîna enerjiya atomê, di kertên pişesazî, tendurustî, çandinî, berhemanîna elektrîkê, sûdwergirtina ji çavkaniyên avê û cîbicîkirina teknîna enerjiya atomê de dê lêkolîn û karan bike.  

 

Bi cîbicîkirina vê yasayê, Iraq dê hewl bide bernameya atomê ji bo pêşxistina zanistî û tekonolojiyê bikar bîne.

 

Herwiha Serokomarê Iraqê yasaya bûdceya sala 2017ê pesend kir, ku dawiya sala borî piştî gengeşiyeke zêde ev yasa ji parlamentoyê re derbas bibû.

 

Herdu yasa ji bo bên weşandin, ji Rojnameya Fermî re hatine şandin. Yasa piştî ku di rojnameyê de bê belavkirin dê kar li ser bê kirin.