IRAQ - Ji bo bidawîkirina xwepêşandanan Qasim Suleymanî ketiye dewrê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Quds a Îranê li gel berpirsên serbazî yên Iraqê bi mebesta bidawîkirina xwepêşandanên li wî welatî civiya.

Li gor zanyariyên berdest rêveberiya Tehranê ji bo rêlibergirtina hilweşîna hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Adil Ebdûlmehdî de û herwiha bidawîkirina xwepêşandanên li Iraqê, biryar daye berpirsên pilebilind ên Supaya Pasdaran li gel berpirsên serbazî yên Iraqê bicivin.

Di vê çarçovê de, li gor zanyariyan Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî bi helîkopterekê gihişt Bexdayê û ji wir jî derbasî Herêma Kesk bû û li wê deverê li gel berpirsên serbazî yên pilebilind ên Iraqê kom bû.

Derbarê naveroka wê civînê de 2 berpirsên Iraqî ji ajansa APê re aşkere kirine ku Qasim Suleymanî ji berpirsên Iraqî re ragihandiye, “Li Îranê jî heman rûdan qewimîbûn. Lê me kontrol kirin. Em dizanin ka em dê çawa reftarê li gel xwepêşanderan bikin.”

Berpirsekî Iraqî ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji Reutersê re encamdana wê civînê piştrast kiriye û diyar kiriye ku fermandarên Supaya Pasdaran azmûnên xwe ji berpirsên serbazî yên Iraqê re ragihandine.

Berpirsekî pilebilind ê Heşda Şebî jî ji Reutersê re aşkere kiriye, “Piştî 2 roj destpêkirina xwepêşandanan, şêwirmendên serbazî yên Îranî hatin Iraqê û zanyariyên îstîxbarî bi me re parve kirin. Ew şêwirmendên Îranî ji bo ku rê li ber hilweşîna hikûmeta Adil Ebdûlmehdî bigirin, di nav hewldanên zêde de ne. Wan şêwirmendan hişyarî jî dan ku eger xwepêşandan neyên bidawîkirin, hikûmet dê bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû bimîne. Lêbelê komeke di nav de, beşdarî hewldanên rêlibergirtina xwepêşandanan nebûn.”

Di xwepêşandanên li Iraqê de tundûtujî û aloziyan rû dan û heta niha herî kêm 257 kesan canên xwe ji dest dane û piraniya van bûyerên kuştinê di hefteya yekem de rû dan. Hejmareke ji wan xwepêşanderên ku hatibûn kuştin ji aliyê nîşangeran ve hatibûn armancgirtin û şûnên guleyan li ser û singên wan hebûn.

Çavkaniyekî ku nexwestiye navê xwe bide, diyar kiriye ku ew nîşanger bi fermanên Berpirsê Asayîşa Heşda Şeibî Ebû Zeyneb Ellamî tev digerin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporteke xwe ya hefteya derbasbûyî de, destnşna kiriye ku li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj hatiye bikaranîn û ji ber bilindbûna asta wê gavê hejmareke xelkê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne. Di raportê de tê ragihandin ku 5 kesan ji ber wê gazê canên xwe ji dest dane.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir roja 28ê Cotmehê bang li Adil Ebdûlmehdî kiribû ku biryara hilbijartinên pêşwext bide.

Adil Ebdûlmehdî jî ji Sedir re ragihandibû ku ew dikare tenê bi du rêyan ji ser kar biçe û diyar kiribû, “Pêwîst e di heyama 60 rojan de parlamento bê belavkirin an jî hûn dikarin li gel Hadî Amîrî li hev bikin û kabîneya nû ava bikin.”

Rêberê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî jî roja 1ê Mijdarê gotibû, “Li Iraqê sîstema parlamenterî bi ser neket û êdî ti sûda wê nîne. Pêdiviya welat bi sîstemeke nû heye.”

Derbarê vê mijarê de 5 berpirsên nêzikî Sedir û Amîrî ji Reutersê re diyar kirine ku Qasim Suleymanî li Bexdayê daxwaz ji Amîrî û serkirdeyên din ên Şîe kiriye ku piştevaniya Ebdûlmhedî bikin.”

Di wan civînên de berpirsên Îranî tekez kirine ku ewlekariya Iraqê ji bo wan girîng e û bibîr xistine ku di heyamên derbasbûyî de jî wan alîkariya Bexdayê kirine.

Pisporekî ji Navenda Lêkolînan a Washingtonê, Henîn Khadar derbarê mijarê de ragihandiye, “Iraq ji bo Îranê çavkaniyeke aboriyê ya girîng e û bi gotineke din çavkaniyeke din a dahatê ye. Herwiha divê em sizayên aborî ku Amerîkayê bi ser Îranê de sepandine jibîr nekin. Eger Iraq nebe, Îran dê li hemberî sizayên aborî yên navdewletî serî bitewîne.”

Lêkolîner Rînad Mensûr jî ji kovara Foreign Policy re diyar kiriye, “Îran naxwaze tiştekî xerap bi ser Iraqê de bê ji ber ku Îran, Iraqê weke temamkerê seqamgiriya xwe dibîne. Eger Ebûlmehdî biçe, çawaniya çûyîna wî û ka dê kî were şûna wî ne diyar e. Ebdûlmehdî ji ber ku dixwaze ev rûdan bi dawî bên, gelek naxwaze behsa binpêkirinên di xwepêşandanan de bike. Lêbelê amade ye, hêzên di bin fermana xwe de jî ji bo bidawîkirina xwepêşandanan bikar bîne.”