‘Tenê budce Kurdistan û Iraqê bi hev girê dide’

Bexda (Rûdaw)- Parlamanterekî kurd li Bexdayê dibêje, tişta ku maye û  Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hev girê dide tenê budcya giştî ya Iraqê ye.

Serokê Fraksiyona Tevgera Goran di Encumena Nûnerên Iraqê de, Hoşyar Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: "Vekişandina kurdan ji bêvajoya siyasî ya Iraqê, kerteke bihêz e, ku kurd dikarin li hember Bexdayê bikar bînin."

Hoşyar Ebdullah wiha got: “Lê divê kurd zanibin çima vedikşin û ew vekişandin bi yekcarî be û piştî demekê venegerin Bexdayê. Pir xirab e ku em vekişin û nizanibim çima em vekişiyane.”

Wî parlamanterê kurd tezez kir ku, hêzeke mezin di nava şîeyan de kar dike, ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dîsa wek dema serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî xerab bibin, lê yek ji taybetmendiyên Serokwezîrê Iraqê yê niha Heyder Ebadî ew bû ku pêwendiyên herdu aliyan baş bin.

Serokê Fraksiyona Tevgera Goran wiha domand: “Tişta ku maye û  Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hev girê dide tenê budcya giştî ya Iraqê ye, lewam eger Hikûmeta Bexdayê ji rêkeftina xwe ligel Hewlêrê vegeriya, kurd dikarin kerta vekişandina xwe bikar bînin.”

Hewlêr û Bexda li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê 550 hezar berîml petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 budceya Bexdayê ji Kurdistanê re bişîne.

Hefteya borî Bexda 543 milyar dînar ji Hewlêrê re şand, lê berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin ew pere pir kêm e û gerek 800 milyar dînar li hember hinardekirina petrolê di meha Nîsanê de, şandiba.