Pêngavên nû yên PDK û YNKê bo krîza posta serokkomariya Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, di nav xwe de mijûlî gotûbêjkirina mijara posta serokkomariya Iraqê ne.

Roja Çarşemê serkirdayetiya PDKê civiya û Tora Medyayî ya Rûdawê zaniye heta Yekşema bê ji bilî Hoşyar Zêbarî ti navekî din bo posta serokkomariyê di rojeva PDKê de nîne. Lê, di egera dûrxistina Hoşyar Zêbarî de ji aliyê dadgehê ve, PDK çend navan pêşkêş dike.

Niha hewl û gotûbêj vedigerin bo xalên destpêkê, lê ji bo biryara zelalkirinê demeke zêde nema.

Arif Qurbanî, şirovekarê siyasî dibêje, “Ya ku di pratîkê de ew her du partî neçar kirine û ti rêyeke din li pêşiya wan nemaye ji bilî rêkeftinê, ev e ku ne rêjeya yasayî tê temamkirin bêyî YNK û PDKê, û ne jî dikarin serokkomar danin aliyek bêyî aliyê din. Wate baştirîn bijarde bo wan wek hizb û ji bo xelkê Kurdistanê jî û ji bo ku proseya siyasî ya Iraqê ji vê rewşa girtî bê derxistin, ev e ku herdu alî li hev bikin. Li gor zanyariyên min, kek Mesûd Barzanî û Kek Bafil Talebanî dê civîneke du alî bikin careke din, hêvîdarim herdu partî, her yek dest ji tiştekî berde.”

Piştî geşedan û bûyerên rojên bihorî, niha senaryoya bihêz ev e ku dîsan PDK û YNK bi berbijêrên cuda biçin rikeberiya posta serokkmariyê. Çimku her du partî pêdagir in li ser wergirtina postê, lê her pêngaveke du partiyên Kurdistanî pêwîstî bi rêkeftinek yan lihevkirineke nav mala Şîeyan heye. Lê ew mal jî lihevketî û nakok in.

Twita Muqteda Sedir jî piştî civîna ligel Fermandeyê Supaya Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, hemû anîne çargoşeye yekem ku daxwaza hikûmeta piraniya niştimanî dike.

Yasîn Taha, şirovekarê Siyasî: “Li gor ew zanyariyên heta niha li ber dest in, du diliyek hebûye, Fetih hez dike, hinek ji wan bi taybet Amirî, bila şeş kursî jî hebin lê xwedî prestîjeke mezin in, ji ber ku zêdetirî %70 ji wezareta navxwe ya Iraqê di destê Bedir de ye.”

Yasîn Taha amaje bi sistbûna hevpeymaniya partî û aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de dike û dike, “Bi vê yekê têk çûye ku nameyek nivîsandine ji bo ku bişînin bo Elî Xaminêyî, Rêberê Şoreşa Îranê û jê bipirsin, gelo hinek ji me biçin li gel Sedir. Helwêsta civînê ev bûye ku nameyê neşînin û gotine ku em bi xwe li gel Kurd û Sedir hewl bidin, em bizanin em dê bigihin çi encamekê, lê Malikî derfet ji xwe re bi kar aniye û bi nihênî name şandiye. Hemû aliyan zanîne ku eger name bo Rêberê Îranê bê şandin, dê bersiv wiha bê ku Na, li gel Sedir nebin.”

Piştî 4 mehan ji hilbijartinê heyama pêncem a Encumena Nûneran a Iraqê, PDK û YNK li ser posta serokkomariyê negihiştine rêkeftinê û her yek ji wan, bi aliyê beşeke Şîeyan de meyla wan heye û ji bo yekalîkirina wê postê pişta xwe bi wan aliyan ve girêdane.