Zarokên Mûsilî ji lîstik û yariyan dûr mane

Mûsil (Rûdaw) –  Piraniya kelûpelên rojane û  pêdeviyên jiyanê li bazarên bajarê Mûsilê peyda dibin, bazirgan kelûpelên xwe ji Hewlêrê dibin lê lîstik û yariyên taybet ên zarokan kêm in. Malbatên mûsilî nikarin lîstikan ji zarokên xwe re bikirin û piraniya zarokan jî mijûlî kar in.

 

Rojane bi dehan otomobîlên barhilgir bi kelûpelên curbicur ji bazarên Hewlêrê ber bi bazarên Mûsilê ve diçin. Di vî bajarî de çemê xwînê herikî lê niha li bazarên wî tevgerek xort heye û her kes li pey pêdiviyên xwe ye.

 

Zarok ji her kesî bêhtir di nav bazarê de têne dîdin. Lê diyar e ku ev zarok nikarin ji nav kelemên DAIŞê bi yekcarî derkevin û hîn dem ji wan re divê daku bi temamî oxira wê serdema bê xêr bikin. Ebdulah yek ji wan zarokan e ku dibîne êdî qet pêwîstiya wî bi lîstik û lîstokan nabe.

 

Ebdullahê biçûk dibêje; “Lîstik li vir hene, lê ez cilan dixwazim, baştir e ji be,r ku ezê wan li xwe bikim ezê çi ji lîstikan bikim?”

 

Piraniya zarokên li vir karê firoşkariyê dikin û dibînin ku kirîna lîstikan bê sûd û havil e. Ji ber vê yekê ya baştir ew e ku alîkariya malbatên xwe bikin.

 

Zarokê bi navê Elî Reid dibêje; “Ez avê difiroşim, rojane ez 2 hezar dînaran gezenc dikim. Paşî ez bacan û xiyaran ji mal re dikirim, ji dema DAIŞ heta niha min lîstik nekirîne.''

 

Lê berovajî piraniya van zarokan, Ebdulezîz ji sibehê heta êvarê tûrikê xwe li pey xwe dikşîne û ji vî serê bazarê diçe wî serî daku dilê xwe bi lîstikekê şa bike.

 

Ebdulezîz jî wiha diaxive:

 

''Min qotîk komkirin û bi hezar dînarî firotin. Bi qazanca xwe min ji xwe re da vê listîkê. Ezê ji xwe re pê bilîzim û ezê betariyan jî bikirim.''

 

Ne tenê li ba zarokan lê li ba mezinan jî bidestxistina buhayê lîstikekê ne tiştekî hêsan e. Her çiqasî ku piraniya lîstikan bi hezar dînarê iraqî ne jî lê kesekî ku bixwaze dilê zarok an neviyekî xwe xweş bike gelekî li ber destê xwe dinere.

 

Bavê Hîşam jî yek ji wan e û dibêje; ''Min dixwest lîstikekê ji keça keça xwe re bi kirim, lê ez nikarim. Mûçe nînin, lewma welatî nikarin tiştên wiha bikirin.''

 

Li Mûsilê, destên dê û bavan nagere lîstikan ji zarokên xwe re bikirin û êdî weke berê dilê zarokan jî lîstikan naxwaze. Ji ber ku ew jî bi barê malbatê difikirin lewma di vê bazara bi xirecir de mirov kêm rastî lîstik û yariyên zarokan tê.