Berhem Salih û Mike Pence dawîn pêşhateyên Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di peywendiyeke telefonî de rewşa niha ya Irqê û pêşxistina peywendiyên dualî yên Amerîka û Iraqê gotûbêj kirin.

Ofîsa Ragihandina Serokomariya Iraqê bi daxutyaniyeke ragihand ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence îro Duşemê (09.12.2019) peywendiyeke telefonî pêk anîne û di wê peywendiyê de rewşa dawî ya Iraqê û peywendiyên dualî yên Amerîka û Iraqê hate gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya  Ofîsa Ragihandina Serokomariya Iraqê di Berhem Salih pêdagiriya xwe bo çareserkirina rewşaniha Iraqê nîşan daye.

Salih dubare kir ku ew li hemberî tundiya li dijî daxwazên aştiyanê tê bikaranîn û got ku divê hêzên ewlehiyê can û malên welatiyên biparêze.

Herwiha Mike Pence piştgiriya Amerîkayê bo aramiya Iraqê û daxwazên rewa yên xwepêşanderan nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku divê li Iraqê reform werin kirin û hêzên derve xwe tevlî karên navxwe yê Iraqê nekin û rêz li daxwazên gelê Ireqê bê girtin.