Îsal li Iraqê Aşûre wek dirûşmeke siyasî hat bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Iraqê Aşûre wek dirûşmeke siyasî deng vedaye. Şîe di demeke, ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr “Şoreşa Aşûre”yê ragihand, aşûreyê pîroz dikin.

Ji ber berdewambûna xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr, mezintirîn saziya yasadanînê Parlamantoya Iraqê girtî ye. Nakokiyên siyasî di navbera Çarçoveya Hevahangiyê û Sedr de jî berdewam in, her du alî jî lihev nakin û Sedr li ser daxwazên xwe pêdagir e.

Şêxekî xwepêşander Husên Hadî got “Hemû dizanin, piştî hilweşandina rejîma pêşî heta îro nêzîkî 20 sal in, me ti guhertineke berbiçav nedîtiye. Ne li borî û ne jî li dahatû tiştek naguhere. Destûra Iraqê tê binpêkirin û divê bê cîbicîkirin, ku aliyên siyasî ji bo xwe çêkirine. Ji ber vê wek gel, daxwaza me ya yekem ev e; pêdaçûnek li ser destûrê bê kirin û ya duyem; hilbijartinên pêşwext bên dubarekirin.”

Daxwazeke Çarçoveya Hevahengiyê bi merc heye û daxwaza avakirina bingehê dike. Endamê Dewleta Qanûnê Kazim Heyderî ya bi serokatiya Nûrî Malikî ji Rûdawê re ragihand, Muqteda Sedr ji vê rewşê nerazî ye, dixwaze parlamento hilweşe û hikûmeta Mistefa Kazimî bimîne û piştre hilbijartin bên kirin. Îcar dema hilbijartinê jî çiqas be. Ev tê redkirin û nabe qebûl bikin. Ne ji aliyê destûrî ne ji aliyê yasayî û nejî ji aliyê lojikî ve.

Di heman demê de yek ji Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê Turkî Etêbî ragihand, Çarçoveya Hevahengiyê roja Çarşemê kom dibe û gotûbêjê derbarê sê dosyeyan de dike, ku ji daxwaza hilweşandina parlamentoyê, hilbijartinên pêşwext û avakirina hikûmeta nû pêk tên. Lê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, wek hêzeke serekî ya nav Çarçoveya Hevahengiyê, di dawî daxuyaniya xwe de ragihand, bêyî destpêkirina civînên Parlamentoyê, parlamento hilnaweşe û sîstem naguhere û hilbijartinên pêşwext jî nayên kirin.

Serokê Eşîra Şewafî Udey Hadî anî ziman “Gel ne xwedî hemû pêdiviyên jiyanê ye. Gel di bin zilmê de ye û westiyayî ye. Elektrîk û av û ti xizmetguzariyek nîne. Em ji Muqteda Sedr daxwaz dikin, hilbijartinê dubare bike û derbarê gendelkaran de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê di her warî de derbarê gendelkaran de lêpirsîn bê kirin.”

Li gor zanyariyan, daxwaz ji Çarçoveya Hevhangiyê hatiye kirin, hikûmeta Mistefa Kazimî saleke din bê dirêjkirin, lê Çarçoveya Hevhangiyê ev daxwaz qebûl nekiriye û daxwaza avakirina hikûmeta nû dike.