MÛSIL- DAIŞ mezintirîn mizgeft teqand

Mûsil (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê mizgefta Rehme ya li navçeya Badûşê li rojavayê Mûsilê teqandin. Herwiha jêkirina rihê ji aliyê zilaman ve bi yekcarî qedexe kirin.

Berpirsê Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê mizgefta Rehme ya Badûşê teqandin, ji ber ku gorek di nava mizgeftê de hebû.”

Mizgefta Rehme, mezintirîn mizgeft e li navçeya Badûşê ya ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê.

Çavkaniyên ji nava bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihandin: “Duhî li hemû mizgeftên bajarê Mûsilê di gotarên înê de, gef li wan zilaman hat xwarin ku nabe ji niha û pê de kes riha xwe jêke, ji ber ku bi gotina wan ev yek li gorî sunneta pêximber e.”