Malikî bo Hewlêrê: Petrola li hember budce

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand ku divê Hewlêr petrola xwe radestê hikûmeta navendî bike heta ku budceyê werbigire. Malikî herwiha êrîşî Muqteda Sedir û Qeter û Siûdiyê kir.

Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel televizyona France24 ku duh hat weşandin behsa pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de kir.

Malikî got “Divê Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta navendî bigihe rêkeftinekê û pêwîste bizanibe ku jibilî radestkirina petrola xwe ti bijardeyek din li ber Hewlêrê tine ye”.

Malikî diyar kir ku ji bo Herêma Kurdistanê 17% ji budceya Iraqê werbigire divê petrola xwe radestê hikûmeta navendî bike.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got “Parêzgehên din ên Iraqê ku petrol lê heye, bi taybet parêzgeha Besra, dibêjin ew qebûl nakin Herêma Kurdistanê 17% ji budceya Iraqê werbigire bêy ku petrola xwe radestê Bexdayê bike”.

“Sedir ji destûr fêm nake”

Derbarê daxuyaniyên rêberê Baska Sedir Muqteda Sedir de ku gotibû “Malikî dektator e”, serokwezîrê Iraqê Malikî got “Ew ne hêjaye mirov behsa wî bike, ew kesekî nû hatiye nav siyasetê û ji usûlê proseya siyasî fêm nake û nizane destûr çiye. Ji bo Sedir û hin serkirdeyên din destûr tiştekî xerîb e”.

“Hilbijartinên vê carê wê nexşeya siyasî biguhere”

Nûrî Malikî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de ku biryare 30ê nîsanê bên kirin, diyar kir ku ew hilbijartin wê di dema xwe de bên kirin û got “Ev hilbijartin wê ji yên berê bêhtir zelal bin û xelk wê zêdetir tevlî bibin”

Mlikî anî ziman ku di van hilbijartinan de wê nexşeya siyasî li Iraqê bê guhertin.

Derbarê pirsekê de ku gelo ewê car din bibe serokwezîrê Iraqê yan na, Malikî got “Sindoqên hilbijartinê wê vê yekê diyar bike”.

“Qeter û Siûdiyê piştgiriya terorê dikin”

Li aliyê din serokwezîrê Iraqê her yek ji Erebistana Siûdî û Qeter bi wê yekê tometbar kirin ku ew “piştgiriya grûpên terorîstî li Iraq û Sûriyê dikin”.

Malikî got “Siûdiyê û Qeter bi awayekî siyasî, ragihandinî û darayî piştgiriyê didin grûpên terorîstî li Iraq û Sûriyê. Ev her du welat bi aşkere şer li dijî Iraqê ragihandine û ew li hember krîza tayifî û terorîstî û ewlekarî li Iraqê berpirsiyar in”.

Lê belê Malikî bal kişand ku ew li dijî Qeter û Siûdiyê tevnagerin û got “Em naxwazin xeleka rûbirûbûnê berfereh bibe, lê em dixwazin ji wan  re bêjin ku ew teror dê li wan vegere”.