Emar Hekîm: Em pêşwazî li destpêkirina gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyan li Iraqê Emar Hekîm di civîneke li gel Nûnerê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis de ragihand, ew pêşwazî li gotûbêja li gel hemû aliyên Herêma Kurdistanê dikin.

 

Ofîsa Emar Hekîm di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, ku Hekîm îro Sêşemî 9ê Çileya 2018ê li gel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Iraqê û Berpirsê UNAMIyê Jan Kubis civiyaye.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de Hekîm ji Jan Kubis re gotiye, ku ew pêşwazî li gotûbêja li gel hemû aliyên Herêma Kurdistanê dike.

 

Hekîm ku hevdem Serokê Bizava Hikme ye jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî daxwaza destpêkirina gotûbêjeke giştgîr li gorî Destûr û yasayan dike.

 

Serokê Bizava Hikme herwiha daxwazên ji bo paşxistina hilbijartinan jî red kiriye û diyar kiriye, “divê hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de werin encamdan, ji ber ku ew yek garantî ye bo sîstema demokrasiya li welat.”

 

Zêdebarî hewlên navdewletî, lê belê heta niha danûstandinên fermî yên siyasî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de nehatine destpêkirin.

 

Biryar e hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehên Iraqê di roja 12-05-2018an de birêve biçin.