Iraq: Derew e, DAIŞê êrişî Başîkê nekiriye!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ragihand, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Tirk ên li devera Başîkê ya Mûsilê nekirine û ti şerek jî li wir derneketiye.

Duh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, çekdarên DAIŞê êrişî kampa Başîkê ya Mûsilê kirine û xwestin bikevin nav kampê lê rastî bersiva hêzên Tirk hatine. Erdogan her wiha gotibû, di wî şerî de “18 DAIŞî” hatine kuştin.

Lê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê êrişî kampa Başîkê nekirine û ti şerek jî li wir derneketiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ne li Başîkê ne jî li derekî din ê Iraqê, di navbera hêzên Tirk û çekdarên DAIŞê de şer derneketiye.

Rojnameyên Tirkiyê îro jî behsa wê êrişê kirine. Li gorî medyaya Tirkiyê, çekdarên DAIŞê xwestine derbasî nav kampa Başîkê bibin lê hêzên Tirk bi rêya kamerayên termal ew dîtine û dane ber topan, 18 ji wan jî kuştine.

Tirkiyê, destpêka Kanûna par tabûrek leşkerên xwe derbasî devera Başîkê ya Mûsilê kiribû. Ev yek rastî nerazîbûna Iraqê hatibû lê Tirkiyê dibêje, ew leşker ji bo parastina wan pisporên leşkerî yên perwerdeyê didin hêzên Iraqî, çûne wir û dê li wir jî bimînin.