Bi dronê êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed kirin

08-04-2022
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 8ê Nîsanê bi dronekê êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê hat kirin, Hevpeymaniya Navdewletî jî ragihand berî ku drona êrîşker armanca xwe pêk bîne, ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya binkeyê ve hat xistin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand, “di saet 01:46an de sîstema berevaniyê ya Amerîkayê firokeyeke bê firokevan li binkeya asmanî ya Eyn Esed a ser bi parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê xistiye xwarê.”

Li ser ziyanên êrîşê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê diyar kir ku di êrîşê de ziyan negihîştiye tu kesan, mirî û birîndar nînin.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê anî ziman ku di derbarê êrîşê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Binkeya esmanî ya Eyn Esed 180 kîlometreyan dûrî rojavayê Bexdayê ye û yek ji binkeyên Artêşa Amerîkayê li Iraqê ye.

Berê jî binkeya Eyn Esed li Enbar û binkeya Beled a li parêzgeha Selahedînê bi mûşek û firokeyên bê firokevan gelek caran hatibûn armanckirin û zirar dîtibûn. Herî dawî jî kompanyaya Amerîkî Lockheed Martin ê ku firokeyên F16 temîr dikir hemû karmendên xwe ji binkeya Beled kişandibû û diyar kiribû ku ew ji bo selametiya karmendên xwe ji wir derketine.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî Fermandarê Supaya Qudsê û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şebî di destpêka sala 2020an de, êrîşên li dijî binkeyên Amerîkî yên li Iraqê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Baxdayê, binkeya esmanî ya Beledê, binkeya leşkeriyê Amerîkayê ya li Firokexaneya Baxdayê, binkeya esmanî ya Eyn Esed û binkeya leşkerî ya Amerîka ya li Firokexaneya Hewlêrê ji wan deverên herî berçav in ku heta niha bûne armanca êrîşên mûşekî û dronan.

Komên ku bi pêkanîna êrîşan tên tohmetbarkirin, Hizbullah, Rebûllah, Eshabul Kehf û Ewliya Dem in ku komên Şîe ne û bi nêzbûna xwe ya Îranê tên naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst