Deriyê xwekandîdkirinê ji bo posta serokkomarê Iraqê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Iraqê îro bi biryarekê deriyê xwekandîdkirinê ji bo posta Serokkomariya Iraqê vekir.

Mihemed Helbûsî, Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, Xwekandîdkirina ji bo posta serokkomariyê ji sibe Çarşemê ve destpê dike û heta 3 rojan berdewam dibe.

Duh Duşembê 7ê Sibatê mohleta 30 rojî ya parlamentoya Iraqê ji bo lidarxistina civîna taybet bi hilbijartina serokkomarê nû yê welat bi dawî hat û biryar bû parlamento bicive, lê ji ber ku sê aliyên sereke yên serkeftî yên hilbijartinê, Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serwerî ku ji du hevpeymaniyên Teqedeum û Ezim ên Sunniyan pêk tê, û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civîn boykot kirin, civîn nehat kirin.

Li gor destûra Iraqê, îro Sêşembî 8ê Sibata 2022 dawî dem e ku parlamentoya Iraqê divê ji bo hilbijartina serokkomarê welat bicive.