Îraq: 2 hezar leşkerên Sûriyeyê derbasî Îraqê bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragihand ku nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyê derbasî nav axa Îraqê bûne.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser mijarê Rûdawê re axivî.
Basim Ewadî got, "Îro nêzîkî 2 hezar leşkerên artêşa Sûriyeyê xwe spartine sînorên Îraqê û bi rizamendiya me derbasî nav axa Îraqê bûne."
Her wiha Ewadî ragihand, "Hemû jî leşkerên artêşa Sûriyeyê ne û bi rêkeftina bi Hikûmeta Sûriyeyê re bi alavên xwe yên leşkerî derbasî nav axa Îraqê bûne.
Hikûmeta Sûriyeyê ti alîkariya leşkerî ji me nexwestiye û em jî dê ti hewlekê ji bo destwerdana leşkerî li wî welatî nekin.
Em destûrê nadin tu kes ewlehî û serweriya me tehdîd bike.
Me sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re girtine û ewlefiya wan herêmên sînorî xurt kiriye.
Me gelek hêzên piştgiryê şandine ser sînoran."