BEXDA - Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya pêwendiyên xwe yên li Bexdayê de bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.

Serokwezîriya Îraqê li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê de amade bû.

Hat ragihandin ku di civînê de pirsgirêkên wekî bihêzkirina karê hevbeş a di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û rêkeftinên îdarî û teknîkî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Sûdanî di hevdîtinê de tekezî li ser hevkariyeke avaker û berhemdar kiriye” û gavên serkirdeyan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar girîng dît.

Li Îraqê “Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê” û “Çarçoveya Hevahengiyê” du damezrînerên Hikûmeta Îraqê ne ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di nav Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de cih digirin.