Ji Îraq, Sûriye û Îranê peyama hevbeş a piştgiriya Sûriyeyê

 Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên piştî civîna bi hevtayên xwe yên Sûriye û Îranê re di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş de got, “Hêzên me ji bo parastina Îraqê di amadehiyê de ne.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Bexdaya paytexta Îraqê li ser rûdanên li Sûriyeyê û krîzên li herêmê civiyan.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de, encamên civînê û biryarên ku hatin girtin hatin parvekirin.

Fuad Husên di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku her sê welatan li ser metirsî û pirsgirêkên li herêmê nirxandinên berfireh kirine.

Husên tekezî li ser wê yekê kir ku ew ji bo hevahengiya karê dîplomatîk a bi Îran û Sûriyeyê re hewl didin û hêzên wan ji bo parastina ewlehiya Îraqê amade ne.

Fuad Husên di daxuyaniya xwe de got:

“Sînorê Îraqê bi hemû hêzên me tê parastin. Em dixwazin Îraqê ji şer û êrişan dûr bixin.

Em ji bo geşedanên li Sûriyeyê li Bexdayê werin axaftin xwe amade dikin ku civînekê li dar bixin û ji bo hinek welatan pêşniyaran dibin.

Em dê bi nûnerên welatên herêmê re muzakereyên dîplomatîk bidomînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqî diyar kir ku ew dê alîkariyên mirovî ji bo koçberên Sûriyeyê bikin.

Peyama Sûriyeyê: Krîza mirovî

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax bal kişand ser rewşa mirovî ya li herêmê û diyar kir ku krîza koçberiyê her ku diçe zêdetir dibe.

Besam Sebax da zanîn ku artêşa Sûriyeyê li hemberî êrişên “terorî” erkê xwe yê parastinê bi cih anî û di vê pêvajoyê de li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî tevgeriya.

Besam Sebax destnîşan kir ku artêşa Sûriyeyê li hin herêman taktîka “vekişîn û amadekariyê” dişopîne û da zanîn ku pêwîstiya wan bi piştgiriya herêmî û navneteweyî heye.

Nêzîkatiya Îranê: Ewlehiya herêmê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî di civîna çapemeniyê ya hevpar de diyar kir ku Îran dê piştgiriya xwe ya ji bo gel û Hikûmeta Sûriyeyê bidomîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:

“Peyama hevpar a her sê welatan a di têkoşîna li dijî terorê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Di vê peyamê de di têkoşîna li dijî terorê de piştgiriya tam a dewleta Sûriyeyê heye.

Metirsiya terorê ya li herêmê ne tenê Sûriyeyê, tevahiya herêmê li xwe digire.”

Ebas Eraqçî diyar kir ku komên çekdar her ku diçe bi hêz dibin û ev rewş ji bo hemû welatên herêmê metirsiyeke cidî ye û anî ziman:

“Divê em li dijî terorê ji bo parastina ewlehî û aramiya xwe tevbigerin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di têkoşîna li dijî têrorê de ji civaka navneteweyî piştgirî xwest.