Wezîrên Sûriye û Îranê li Bexdayê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Sûriye, Îran û Îraqê li Bexdayê li hev civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser rûdanên li Sûriyeyê axivîn.

Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl ragihand ku Fuad Husên berê bi Besam Sebax re hevdîtinek kiriye.

Li gorî agahiyan, Îraq û Sûriye dixwazin mekanîzmayekê ava bikin da ku Sûriye nekeve wê rewşa ku DAIŞê ava kiribû.

Li hêla din, her du wezîran xwest ku hevdîtin taybet be û medya beşdarî nebe.

Fuad Husên bi heman awayî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî hevdîtinek kir.

Heta niha li ser naveroka hevdîtinan ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Serokê Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî gotibû, ew ji bo Îraqê nabin metirsî û diyar kiribû ku ew dixwazin “piştî avabûna Sûriyeya nû “bi Îraqê re pêwendiyên siyasî, civakî û aborî deynin.

Colanî her wiha ji Îraqê xwestibû ku Heşdî Şebî tevlî şerê li Sûriyeyê nebe.