Çêk û Koreya Başûr balafirên şer didin Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîteya Asayiş û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de Hakim Zamilî ragihand, Hikûmeta Çêkê dê vê mehê balafirên şer radestî Iraqê bike.

 

Serokê Komîteya Asayiş û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de Hakim Zamilî îro 6ê Îlonê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, dê di demek nêzîk de Çêk û Koreya Başûr balafirên şer radestî Artêşa Iraqê bikin.

 

Hakim Zamilî ragihand, Hikûmeta Çêkê dê di 15ê vê mehê de balafirên şer ên ji curê 159 T1 bişîne Iraqê.

 

Zamilî got, ew balafir di çaçoveya girêbesta navbera Bexda û Prague bo kirîna çek û kelûpelên leşkerî radestî Artêşa Iraqê tên kirin.

 

Serokê Komîteya Asayiş û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de herwiha da xuyakirin, ku dê Koreya Başûr jî di demek nêzîk de hejmarek balafirên şer ji Bexdayê re bişîne.

 

Hakim Zamilî tekez jî kir, ku şandina wan balafiran jibilî gihîştina wan balafirên F16ê amerîkî û çek û teqemenî û zirêpoşên rûsî ye ku heyamek berî niha gihîştin dest Artêşa Iraqê.

 

Zamilî herwiha got: “Niha rewşa dezgeha leşkerî ya Iraqê ji aliyê çek û teqemeniyan ve baştir e û ligel gihîştina wan balafiran, zirêpoşan û çek û teqemeniyên nû yên din, bi taybet jî balafirên şer ên ji curê F16, Hêzê Iraqê ji aliyê çekan ve bihêztir dibin.”

 

Iraq û Çêkê di destpêka sala 2012an de girêbestek leşkerî îmza kirin. Girêbest ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî û Wezîrê Parastinê yê Çêkê Alexander Vondra hat îmzakirin.

 

Li gor wê girêbestê, Iraq dê 4 balafirên ji curê 159T1 û 24 balafirên ji curê L-159B ji Çêkê werbigre.