Balafiran lêdan: Zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê bi hev re hatin kuştin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mûsilê, di encama bombebarana balafirên şer ên hêzên hevpeyman de zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şeva borî balafirên şer ên hêzên hevpeyman li başûrê bajarê Mûsilê li baregeheke DAIŞê dan.

Tê gotin ku di encama wê êrişê de zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û gellek otomobîl û çek û kelûmelên wan ji nav çûne.

Hêzên Pêşmerge jî îro li nahiyeya Wankê ya Mûsilê di encama operasyoneke berfireh de ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û bi dehan çekdar kuştin.