Li Iraqê destdirêjiya sêksî li ser jinên girtî tê kirin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina mafên mirovan ya navdewletî, Human Rights Watch, di daxuyaniyekê rexne li hikûmeta Iraqê girtin, li ser girtina jinan û destdirêjiya ku di girtîgehan de li ser wan tê kirin.

Human Rights Watch, di daxuyaniyekê de ku îro (06.02.2014) belavkiriye aşkere kirk u nêzîk 4 hezar û 200 jin di girtîgehên Iraqê de hene ku bi zorê zaniyarî ji wan hatine sitandin û li pêşber dadgehên lawaz hatine dadgehkirin.

Rêxistinê balê dikşîne ser desthilatdarên Iraqê ku bi hezaran jin girtine û bê guneh û tawan, û di nava girtîgehan de rastî îşkence , mameleya xirab û destdirêjiyê jî dibin herwiha sivikayetî jî bi wan tê kirin.

Derbarê awayê ku desthilatên girtîgehan zaniyariyan ji wan jinan werdigrin, Human Rights Watch wiha dibêje: “Piarniya wan jinan temen 27 salî ne, zaniyarî di rêya daleqandin, lêdana elektîkê û destdirêjiya sêksî, ji wan tên sitandin.”

Rêxistin di daxuyaniya xwe de tekez kirk u piraniya wan jinan ku hejmara wan 4 hezar û 200 jine, di girtîgehên ser bi Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê de, girîne.