Diziya sedsalê: Ji banka dewletê 5 milyar dolar dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê di navbera salên 2021 û 2022yan de 5 milyar dolar ji bankayeke dewletê hat dizîn.

Hinek ji wan dizan hatine girtin û hinek jî reviyane derveyî welat.

Ji Banka Rafideyinê ya Îraqê, di navbera salên 2021 û 2022yan de ew qasî pere hatine dizîn ku wekî diziya sedsalê tê binavkirin.

Li gorî tespîtên ewil, nêzîkî 3 trîlyon û 700 milyar dînar (2 milyar û 500 milyon dolar) ji bankê hatiye dizîn.

Lê belê dema dosya bi berfirehî hat lêkolînkirin, derket holê ku pereyê ku hatiye dizîn û talankirin gelekî zêdetir e.

“Gelek hurgiliyên veşartî hene”

Endamê Komîsyona Şefafiyetê ya Parlamentoya Îraqê Hadî Selamî ji Rûdawê re got:

“Pereyên ku hatine dizîn û hejmara kesên ku tevlî diziyê bûne, ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir e.

Di nav wan kesan de gelek kesayetên navdar hene. Hin ji wan heta niha jî li Îraqê ne.

Agahiyên ku heta niha hatine parvekirin sere sere ne û li pişt perdeyê gelek hurgiliyên veşartî hene.”

Her ku lêpirsîn kûr dibû, hejmara kesên ku tên sûcdarkirin û rêjeya pereyên hatine dizîn jî zêde bûn.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Dezgeha Şefafiyetê wergirtine, 6 trîlyon û 500 milyar dînar (nêzîkî 5 milyar dolar) hatine dizîn.

“Nav û navnîşanên dizan diyar in”

Siyasetmedarê naskirî yê Îraqê û parlamenterê berê Meşan Cibûrî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê wiha got:

“Dema em li agahiyên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine bidestxistin dinêrin, nav û navnîşanên dizan û pereyên ku dizîne diyar in.

Tevahiya pereyên ku di destê van kesan de, 6 heta 8 trîlyon dînaran in. Bi tevahî pereyên ku ji bankê hatine dizîn gihîştiye 9 trîlyonan.”

Ji aliyê din ve, li gorî zanyariyên ku Komîsyona Gendeliyê ya Îraqê 1ê Tebaxê ragihandiye, kesên bi diziya sedsalê tên tohmetbarkirin û pereyên ku hatine dizîn wiha ne:

1-Rêveberê Giştî yê Hut Ahdabê Qasim Muhammed Muhammed ku bi dizîna 982 milyar dînar dihat tohmetbarkirin hat desteserkirin.

2- Rêveberê Kompanyaya Qantasê Mihemed Felah Ebdullah Canabî ku bi dizîna 1,185 trîlyon û 120 milyon dînaran tê tohmetbarkirin, niha li Îmaratê girtî ye.

3-Rêveberê Hut Ahdab û Badiya Masayayê Ebdul Mehdî Tewfik Mehdî Tatnçî jî ku bi dizîna 2,283 trîlyon dînar tê sûcdarkirin, li Libnanê bicih bûye.

4-Karmendê Ofîsa serokwezîrê berê Mistefa Kazmî yê bi navê Alla Halaf Marran Omer ku bi dizîna 497 milyar dînar tê sûcdarkirin, carna li Libnan û carnan jî Tirkiyeyê dimîne.

5-Birayên bi navê Muhammed Hassun Elî Taha û Ebdulamîr Hassun Alî Taha yên xwediyên Kompanyaya Peymana Giştî ya Fawarsê ku bi dizîna 124 milyon dolar tên sûcdarkirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Kuweytê ve hatin desteserkirin.

6- Rêveberê Giştî yê Riah Baghdadê Hisên Kawa Ebdulkadîr Brîfkanî ku bi dizîna 607 milyar dînar dihat sûcdarkirin, li Hewlêrê hat desteserkirin.

7- Rêveberê Kompanyaya Badiya Masayayê Ebdurrahman Muhammed Îbrahîm ku bi dizîna 624 milyar dînar dihat sûcdarkirin li Hewlêrê hat desteserkirin.

8-Hatibû îdiakirin ku di 16ê Çiriya Peşînê de 2,5 milyar dolar yên Daîreya Giştî ya Bacê ji bankayeke dewletê hatiye dizîn.

Wezareta Darayî ya Îraqê ji bo derbarê îdiayan de lêpirsîn bê destpêkirin ji Saziya Şefafiyê re nameyek şandibû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Osman Ganîmî di daxuyaniya xwe ya 26ê Çiriya Peşînê de ragihandibû ku Nûr Zuheyr ku yek ji tohmetbarên bûyerê ye, li firokexaneyê dema dixwest bi firokeyeke taybet bireve derveyî welat, ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin.