Parêzgarê Mûsil û 4 parêzgehên Îraqê eşekere bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mûsil, Kerbela, Vasit, Necef û Selahedînê hilbijartina parêzgariyê bi rê ve çû.

18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê hilbijartinên encûmena parêzgehan pêk hatin.

Piştî hilbijartinên encûmena parêzgehan, li hinek bajaran civînên encûmena parêzgehan hatin lidarxistin.

Li Mûsilê, yek ji endamê pêkhateyên Erebên Sunî Ebdulqadir Dahil wekî parêzgerê nû hat hilbijartin.

Herwiha Dr. Ahmed Huseyîn jî wekî serokê encûmena parêzgehê hate hilbijartin.

Ebdulqadir Dahil piştî hilbijartinan daxuyanî da û got:

“Ji bo Mûsilê projeyên me yên giring hene. Hûn dê di demeke kin de guherînên baş bibînin.

Em dixwazin bi hemû aliyan re hevpar bixebitin û Mûsil bigihînin rojên xweş.”

Li aliyê din hîna li parêzgehên Bexda, Diyala, Babil, Meysan, Zikar, Musenna û Qadisiyeyê hilbijartinên parêzgariyê nehatine kirin.

Encûmenên parêzgehên Kerbela, Wasit, Necef, Selahedîn û Enbarê civiyan û rêveberiya nû diyar kirin.

Ereb û Tirkmen beşdarî rûniştina Kerkûkê nebûn

Li aliyê din li Kerkûkê ku piştî 18 salan hilbijartinên encûmena parêzgehê lê hatin kirin, li ser banga Wekîlê Parêzgar, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û endamên mesîhî di encûmenê de amade bûn.

Lê belê ji ber ku endamên Tirkmen û Ereb beşdar nebûn, civîn nehat lidarxistin.

Piştî daxuyaniya duh, rêveberiya PDK û YNKyê ragihandin ku ji bo hilbijartina parêzgarê Kurd li hev kirine.

Li aliyê din aliyên Tirkmen û Erebên li Kerkûkê jî dixwazin posta parêzgariyê bidin wan.

Li gorî encamên hilbijartinên encûmena parêzgehan ên ku 28ê Kanûna Pêşîn hatibûn eşkerekirin, di hilbijartinên Kerkûkê de YNK bi rêjeya herî zêde (5 kursî) bû yekem û PDK jî 2 kursî bi dest xistin.

Pêkhateyên Ereb 6 û Lîsteya Yekgirtî ya Tirkmenên Îraqê jî 2 kursî bi dest xistin.

Lîsteya hilbijartinê ya “Babîliyûn” a Xiristiyanan jî ji kotayê kursiyek bi dest xist.