Aras Şêx Cengî bû şêwirmendê Berhem Salih

Hewlêr (Rûdaw) – Ji kadroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Aras Şêx Cengî, bû şêwirmendê mezin ê Serokomarê Iraqê.

 

Çavkaniyeke ji Serokomariya Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi biryara Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Aras Şêx Cengî weke şêwirmendê mezin ê serokomarê Iraqê hat diyarkirin.

 

Roja sêşemê 02-10-2018, berbijêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê ji bo posta Serokomariyê Iraqê Berhem Salih, bi piraniya dengên Parlementoya Iraqê ji bo çar salên dahatû, bû sêyem serokomarê Kurd ê Iraqê.