Hîzbullaha Iraqê bo hêzên ewlehiyê: Ji baregehên Amerîkayê dûr bisekinin

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbullaha Iraqê ji hêzên ewlehiyê xwest ku ji herêmên baregehên serbazî yên Amerîkayê dûr bisekinin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Lîwayên Hizbullahê de ji hêzên ewlehiyê yên Iraqî hat xwestin ku ji sibê êvarê pê ve herî kêm hezar metre ji baregehên serbazê yên Amerîkayê dûr bisekinin.

Ev di demekê de ye ku şeva derbasbûyî êrişên bi moşekan li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Baregeha Beledê ya li wilayeta Selahaddînê ya ku lê serbazên Amerîkayî dimînin hatibûn encamdan ku moşek li nêzî balyozxaneyê ketibûn.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, duh Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.

Piştî vê yekê rageşiya di navbera Washîngton û Tehranê de zêde bibû.

Rayêdarên Îranê jî eşkere kiribû ku dê tola fermandarên hatine kuştin hildin.