DAIŞê rafînerî dizî
Selahadîn (Rûdaw)- DAIŞê li parêzgeha Selahadînê ji nêzîkî herêma Beciyê mekineyên rafînerekê rakirin birin navenda Mûsilê.
Çavkaniyek ji hêzên Iraqê ji Rudawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê îro li parêzgeha Selahadînê Rafîneya Sîniyeyê rakirin û birîn.
Çekdarên DAIŞê îro parçeyên rafineya li Bêciyê ser reyek ax re bi kamyonan birin Mûsilê.
Ew rafine ji aliyê Şirketa Petrolê ya Bakur ve dihat şixulandin û rojê dorê 10 hezar bermîl jê dihat derxistin.
Rafîneya Bêcî 19 Mijdarê ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.
Becî ku 170 kilometreyan dûre Bexda ye, rafineyên Iraqê yên herî mezin li vê navçeye ne.
Rojê Rafineya Beciyê dikare 402 bermîl ptrol rafine bike lê rojê 310 bermîl petrola ku ji Mûsil, Kerkûk û ji Herêma Kurdistanê tê, paqij dike. Ev rejê jî nêzîkî seyê yeka petrola Iraqê ye.