Li Bexdayê melayekî sunî kuştin

Bexda (Rûdaw) – Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê melayekî sune hate kuştin.

 

Li taxa Amîriyeyê ya li rojavayê bajarê Bexdayê,melayê Mizgevta Uxuwetê Ebduselam Hedîsî, duh bi şev di encama êrîşeke çekdarî de, li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

 

Li gor agahiyan, êrîşkar bi motorsîkletê ji ber mala Mela Ebduselam Hedîsî derbas bûye û 3 gulle bera wî daye.

 

Nasnameya êrîşkar hêj nehatiye diyarkirin.

 

Li Iraqê gelek caran ji ber dijminahiya mezhebî, êrîşên bombeya tên kirin û hin kesên diyar, rastî kuştinê tên.