FLAŞ - Nîşangir ketine dewreyê
Bazwaya (Rûdaw) – Li gundê Bazwaya yê Mûsilê nîşangirên rêxistina DAIŞê êrişî leşkerên artêşa Iraqê dikin û nahelê artêşa iraqî pêş bikeve.
Nîşangirên DAIŞê li gundê Bazwayayê car caran derdikevin holê û dîsa xwe wenda dikin. Firokên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî tevahiya cihên biguman bombebaran dikin.
Peyamnêrê Rûdawê li Bazawayayê Ferhad Dolemerî ragihand, kontrola gund di destê artêşa Iraqê de ye û tîmên puçkirina teqemeniyan dest bi paqijkirina bombe û mîna kirine.
Çekdarên DAIŞê ji ber ku li nava gundî de gelek kemîn danîne, artêşa Iraqê destûrê nade rojnamevan û sivîlan derbasî nava gund bibin.
Peyamnêrê me diyar kir ku li gund çend nîşangiran xwe veşartine û car caran êrişî leşkeran dikin.