Emar Hekîm bo Nêçîrvan Barzanî: Divê Kurd li ser berbijêrekî li hev bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm di civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxwaz kir ku ji bo Serokomariya Iraqê Kurd li ser yek berbijêrî li hev bikin.

 

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokê Tevgera Hîkme, Emar Hekîm êvara duşemê (01-10-2018) pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Di civînê de li ser pêşhatên dawî yên siyasî û berbijêrê Serokomariya Iraqê gotûbêj hatiye kirin.

 

Emar Hekîm tekez kiriye ku pêwîst e Kurd li ser berbijêrekî li hev bikin ji bo serokomariyê û serokomarê nû jî nêzîkî Hewlêr û Bexdayê be.

 

Roja duşemê (01-10-2018) Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li gel şanda pê re gihişte Bexdayê û derbarê posta Serokomariya Iraqê de bi rayedarên payebilind ên Iraqê civiya.

 

Her çiqas duh bi şev Parlementoya Iraqê ji bo posta serokomariyê civiya, lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, rûniştina parlementoya Iraqê, heta demjimêr 13:00ê îro sêşemê (02-10-2018) hat paşxistin.

 

Ji bo posta Serokomariya Iraqê 8 berbijêrên Kurd hene, ku di nav wan de navên herî zêde derdikevin pêş; Berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Husên û Berbijrêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih e.